Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [fanzîn] de;

1. peyva ku bi yekbûna peyvên fantazî û magazîn pêk tê. tabî li vir wateya magazînê kovar e. yanî wateya wê "kovara xeyalî" ye.

ev berhemên wêjeyî mîna kovaran e. mîna wan e, ji ber ku ferqên wê gelek in.

fanzîn jî weke kovaran ji kaxiz û rûpelan pêk tê, tê de nivîskarên fanzînê nivîs, gotar û helbestên xwe dinivîsin. lê weke kovaran wextê derketina wan ne diyar e. heye ku rojê sê caran jî derkeve mehê carek jî.

û fanzîn nayên firotin. jixwe ev lî gorî zagonan jî qedexe ye. ji ber ku fanzîn bê destûr derdikevin.

ger hûn tiştekî wisa çêkin û li ser binivîsin fanzîn e û bêpere tê belavkirin, wê demê ne hewce ye hûn ji tu derî destûrê bixwazî.



ji ber ku standina destûra ji bo kovarekê, zehmet e û giranbûha ye, me zanîngehê de fanzînek kurdî derxistibû. berî salên dirêj bû. sê hejmar derketibû. navê wê qedexe bû.



17.08.2013 21:41 | simurg56