Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [temaşekirina fîlmên yeşilçamê] de;

5. ji bo min temaşekirina fîlmên şaban e. li fîlmên din yên yeşîlçamê hez nakim. helbet min jî di wextê xwe de li gelek fîlmên yeşîlçamê temaşekirine, îro tenê yên şaban xwe dikarin li min bidin temaşekirin. jixwe replîkên piraniya fîlmên wî ji ber dizanim. di jiyana rojane de jî carina bi kar tînim. ger mirovê li hemberî min vê yekê fêhm bike, em dizanin ku em her du jî heyranên şaban in û em dikevin sohbeta replîkan.



wê rojê min erebeya xwe li otoparkekê park kiribû. dema em hatin erebeya xwe bixwazin, me dît ku erebeya me danîye li pişta hemû erebeyan. yanî bûbû erebeya ku derxistina wê herî zehmet e.

mêrik ji me pirsî: erebeya wekîna bû?

ez: ew a li pişt hemûyan.

mêrik: yapma yaw, gitti bizim lahmacun fırını! (na lo, nexwe ji destê me çû firina lehmecûnan)



ev replîk di fîlmeke şaban de derbas dibe. dema şaban hemû pereyan davêje rûyê axayê gund, şîrikê wê şener şen vê replîkê dibêje.

dema zilam wisa got, gelek kenê min û keyfa min hat.



vaye ew replîk:



27.04.2016 19:57 | simurg56