Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [sagopa kajmer] de;

1. hîphopvanek tirk e. ne yê yekemîn e lê dikarim bibêjim ku rap mûzîka tirkî bi wî û piştî wî bû popûler.

berî bi qasê deh salan min jî gelek lê guhdar kiribû. hinek stranên wî bi rastî jî xweş bûn û watedar bûn. gelek radîkal bû. stranek wî hebû ku ji serî heta dawî tije dijûn bû ji bo stranbêjên popê.

rêberê ceza ye. di 2 albûmên ewil yên ceza de, keda wî zehf e. paşê bûn dijminên hev û bi saya vê dijminatiyê navdartir bûn. bi taybetî ceza tam bû popûler û ket nava popçiyan. sagopa jî meşhûr bû têra xwe lê nebû malzemeya çanda popûler. ya rast, paşê min wî neşopand belkî tiştên wisa jî kiribe.



04.05.2016 20:48 | simurg56