Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [tedawiya qenalê] de;

1. Ji bo xelaskirina diranekî, alternatîfa dawîn ya tedawiyê ye.

Diran pêşîn kun(qul) dibin. Dema kun dibin pulpaya wan yanî naveroka wan ya nermik ya di nava hestiyê diranan de, derdikeve holê. Û ji ber bermahiyên xwarinan û mîkrobên di dêv de, ev pulpa enfekte dibe, edab lê peyda dibe û her ku diçe taybetiya xwe wenda dibe.

Ger tu mudaxaleyek neyê kirin, di dawiyê de pulpa taybetiya xwe bi temamî wenda dike û wê demê êdî ew diran diranekî riziyayî ye. Ger ev îltîhab û xusar heta hemû kûrahiyên qenalên diranê jî belav bûbe, wê demê êdî tê gotin ku ew diran miriye. Wateya mirina diranê, êdî tunebûna pulpaya wê ye. Di vê rewşê de êdî diran tenê hestiyek hişk e.

Li gel ku diran miriye, ger baş xuya bike, şûna kişandina diranê tedawiya qenalê dibe alternatîfek. Yanî ger diran xusarek mezin standibe an jî bi temamî mirî be, tedawiya qenalê ji bo nekişandina diranê riya dawîn e.



Ji diranekê, çend qenal ber bi kûrahiya hestiyên dev ve diçin ku tê de rehikên (sînîr) diranan hene. Di tedawiya qenalê de ve qenal komple tên paqijkirin. Rehikên tê de jî tên ji nav birin. Paşê ev qenal bi hinek amûran tên hebkî firehkirin. Hundirê van qenalan bi cûrbecûr kîmyasalan tê paqijkirin. Tam hinek ji van kîmyasalan tama devê mirov xerab dike, lê zêde ne xem e.

Piştî van merhaleyan, ger qenalên diranê ji bo dagirkirinê guncan be, bi malzemeyên cûrbecûr (li gorî bûha û guncanbûna wê tê hilbijartin) tê tijekirin. Ger qenal wê demê ne guncan be (weke mînak ji ber ku edaba wê hê nû bûye) wê demê dermanek tê xistina nava wê û li ser jî bi malzemeyek derbasdar tê tijekirin. Welhasil piştî dagirkirina qenalan, vê carê jî nava diranê yanî cihê ku berê pulpayan diranê lê hebû, bi malzemeyek mayînde tê tijekirin.



Weke encam, êdî ew diran najî. Ji ber ku valahiyên tê de hatine tijekirin, êdî nabe sedema enfeksîyon û apseyan. Û ji ber vê yekê û ji ber ku rehikên wê hatiye tunekirin, êdî naêşe jî. Ger mirov baş lê binêre, şensê wî/wê hebe, diransaz karê xwe baş kiribe û hwd. heye ku ew diran bi salan (weke mînak heta 10-15 salan jî) karê xwe bike û pêwistiya kişandina wê çênebe.



Ev 2 heftî ne 3-4 rojan carekê diçim cem diransaz û van tiştan didim kirin. Di eslê xwe de heye ku ev tedawî di yek seansekê de xelas bibe (ji 20 deqe heta 2 saetan) lê ger enfeksiyonek nû/taze hebe û pêdiviya dermankirin û tijekirina derbasdar hebe ku me li jor behsê kir, wê demê dibe 2 seans 3 seans û hwd.



Ji bo 3 diranên min ev tedawî hate kirin. Êşa çalakiyê li gorî kesan diguhere. Tê gotin ku ger bi taybetî li wir hê jî enfeksiyon hebe, çalakş bixwe zehftir êş dide. Lê li gel ku diranên min edabgirtî bûn, dîsa jî hema bêje qet êşa min çênebû di ber tedawîyê re lê piştî wê 2 rojan êşa wê dewam kir. Bi saya êşbiran, ew jî nebû problem. Bi giştî nêzikî 4-5 saetan devê min vekirî min li tawana muayenexaneyê nêrî û li mûzîkên tirkî yên diransaz guhdar kir. Lêbelê dawiya dawîn niha êşa min qet nema, êdî dikarim her tiştî bixwim û ji bo qedandina pêvajoya tedawiyê li pêşiya min tenê seansek ma.



07.05.2016 14:30 | simurg56