Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [istanbul akvaryum] de;

1. li bakirkoy/floryaya stenbolê ye.

jı gelek akvaryumên cûda û mezin pêk tê ku mirov li ser rêçekê, yek bi yek rastî wan tê û li gorî mijara wê beşa projeyê, di van akvaryuman de cûrbecûr masî û ajalên avê hene.



di gera akvayumê de mirov ji deryaya reş destpê dike û heta pasîfîkê diçe. li ser vê riyê 16 navend hene. di dawiya van navendan jî daristana baranê heye.

di beşên akavaryumê de gelek cûre masî hene, segmasî jî tê de. li beşa daristana baranê jî, darên rastîn û yên çêkirî hene. weke daristana baranê ya rastîn, li vir jê rêjeya nemê gelek hatiye zêdekirin û her dem dengê ewran û baranê tê.



cihek bûha ye. bûhayê gerê ji bo zarokên ji 2 salî biçûkir belaş, ji bo yên di navbera 2-12 de 35 tl û ji bo mezinan 53 tl ye.

cihek xweş e lê bi ya min qet nahêje perê xwe.

li dîlokê baxçeya heywanan ya herî mezin ya tirkiyê heye ku bûhayê wê ji bo xwendekaran 2.5 tl û ji bo sîvîlan 5 tl ye. li vê baxçeya heywanan jî hema bêje evqas masî hene. ji xeynî wê jî bi sedan cûre heywanên din jî.



29.05.2016 17:21 | simurg56