Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bîorezonans] de;

1. qaşo tedawiyek alternatîf e ji "bo hemû nexxweşiyan".

beyî tu agahî û lêkolînan, ger mirovek ji we re behsa tedawiyek bike ku îdîa dike ji 3-4 nexweşiyan zêdetir nexweşiyan re çare ye, hemû gotinên wî mirovî %100 derew in. yanî ev metod jî bi temamî derew e.



qaşo bi alîkariya cîhazekê, rezonansa yanî frekans û mezinahiya pelên ku ji laşê mirov tên weşandin, dipîvin û li paşê bi şandina pelên tam berevajî van pelan, mirov tedawî dikin.

bi tu awayî tu îspata bandora vê tedawiyê tune. hemû mesele bandora derewîn ya bandora placeboyê ye.



piraniya kesên ku vî karî dikin doktor in. lê rêjeya doktorên bêşeref û rêjeya mirovên bêşeref ji hev ne cûda ne.



29.05.2016 17:39 | simurg56