Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [întîhara heywanan] de;

4. li gorî gotara bbcê yê, tiştek tune ye. li gorî lêkolîna mijara gotarê, hinek heywan tevgerên ku dibin sedema mirina wan, dikin lê sedema van kirinên wan, an xerabûna fîzylojiya wan e an enfeksiyonek e, an jî psîkolojiya kerîyê ye fîlan. yanî bi kurtî dibêje ku ji xeynî mirovan tu canberek din "bi fêmkirina hebûna xwe û bi zanîn, jiyana xwe bi dawî nake"
Here lînkê



10.10.2016 21:12 ~21:12 | simurg56

1. ne bi qas mirovan be û mîna întîharan mirovan be jî; heye.

heta niha gelek caran hatiye dîtin ku heywanan xwe bi avêtina avê, xwe kuştine. lê dîsa gelek caran hatiye fêhmkirin ku sedema/armanca vê tevgerê ne kuştina xwe bû.

hinek ajal, di hinek rewşan de xwe dikujin. weke mînak hinek heywanên monogamîk (ajalên ku tenê bi hevserek re dijîn) piştî mirina hevsera wan, êdî tiştek naxwin/venaxwin û dibin sedema mirina xwe.

dîsa di hinek koloniyên mêwî û termîtan de, hinek termît ji bo qenciya koloniya xwe, ji bo gelê xwe întîhar dikin: xwe diteqînin û piştî teqandina xwe derdor dibe debûş û dijminê koloniyê di nav vê debûşê de dizeliqe û kolonî rixgar dibe.



dîsa carina heywanên kedîkirî, piştî mirina xwediyê wan, dikevin greva birçîbûnê û bi vî awayî xwe dikujin. (tê gotin ku 5-6 kuçikên mamê min, piştî çûna wî ya leşkeriyê bi vî awayî xwe kuştine)



bi kurtî, hinek heywan hî xwe dikujin lê xwekuştina wan ne tam mîna ya mirovan e.



19.06.2016 11:03 | simurg56