Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [endosîtoskopî] de;

1. teknîkek nû ya endoskopîyê ye lê ji teknîkên heyî gelek gelek cûda ye. di vê teknîkê de kameraya endoskopê gelek bi hêz e (dîmenê heta bi qasê 1400 caran mezin dike) û bi saya vê yekê dikare avasaziya hucreyên mukozayan bide nîşandan. hema bêje, mîna ku di serê endoskopê de mîkroskopek hebe...

bi saya vê yekê, di wê kêliyê de di derbarê başbûn/xerabbûna lezyonekê de biryar dikare were dayîn.

di patolojiyên ozofagusê de %81 sensîtîv û %100 spesîfîk derketiye. Vê gavê bikaranînawê gelek bi sînor e. lê belkî di pêşerojê de bi pêş bikeve û berbilav were bikaranîn.



19.06.2016 21:12 | simurg56