Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [zuckerkandl] de;

1. organek laşê mirov e. jê re para-aortic body jî tê gotin. navê xwe ji profesorê bi navê emil zuckerkandl standiye.

di laşê zarokê zikê diya xwe de, tê bawerkirin ku pestoya xwînê eyar dike. (bi hilberandina katekolamînan (adrenalîn, noradrenalîn, dopamîn û hwd.))

raçînka kromafîn dihewîne. yanî organek noroendokrîn e. cihê wê nêzikî bîfurkasyona aortê û cihê jê derketina artera inferior mezenterîk e.

piştî zayînê, êdî ev organ wenda dibe. girîngiya wê ew e ku di mirovên gihayî de, carinan nexweşiya feokromasîtoma/paraganglîyoma li vê derê bi cî dibe. her wiha tumora noroblastoma jî dikare li vir bi cî bibe.

ji xeynî vê hatiye dîtin ku bûyî sedema xetimîna roviyan.



01.07.2016 03:22 | simurg56