Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [afrodîzyak] de;

1. madeyên ku daxwaza têikiliya zayendî (libido) li mirov zêde dike. hinek dermanên wisa ji bo tedawiya nexweşiya împotansê tê bikarîn.

ev nav, ji zimanê yewnanîya kevin tê û koka wê ji afrodîtê ye; xwedawenda evînê.



ji bo gelek xwarin, vexwarin û tevgeran hatiye gotin ku afrodîzyak in. lê di rastiyê de piranîya wan tenê bandora plaseboyê dikin.



ger sedema kêmbûna lîbîdoyê kêmasiya hormona testosteronê be, wê demê bikaranîna testosteronê wê bandorek afrodîzyak nîşan bide. her wiha çend dermanên tibî jî hene ku ji bo împotans û erektîl dîsfonksiyonê tên bikaranîn, weke; bremelanotîd, melanotan II, fenetîlamîn, kokaîn, pramîpexole.

hinek xwarin, vexwarin bi rastî jî van madeyan dihewînîn. lê mirov nikare bêje ev xwarin vê bandoêr dike. hinek xwarinên ku tê gotin ku bandoreke wan ya wisa heye; çîkolata, îstîrîdye. lê îspata van îdîayan tune.



02.07.2016 16:27 | simurg56