Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [guhdarkirina stranên di komputerê de heyî] de;

1. her ku diçe bo min karek dijwartir e.

berê herkesî ji hev mp3an dixwest û li ser komputera xwe arşîv dikir. bi dehan caran tenê ji bo peydakirina stranan çûme înternet kafeyan.

lê êdî mirov li her derî û bi hêsanî dikare stranan ji youtubeê fîlan guhdar bike. bi telefon, komputer û cîhazên din.



ji ber vê yekê, êdî wek berê nakevim pey mp3an û loma arşîva di komputera min de gelek kevin e. nikarim jê re wext veqetînim ku rojane bikim. loma dema ji komputera xwe mûzîkê vedikim, vedigerim salên berê. ji aliyekê ve tiştek xweş e, lê gelek caran nostaljî dilê mirov diguvişe.



berê winamp hebû, amarok hebû...



03.07.2016 00:59 | simurg56