Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [trakeostomî] de;

1. ji trakea û ostomî'yê pêk tê.

trakea: borî/lûleya standina nefesê

ostomî: kun, qulêl. ya rastî em dikarin bêjin; li valahiyekê, vekirina deriyek e.

wateya trakeostomî, li valahiya trakeayê vekirina deriyek nû ye.



ji ber sedemên cûrbecûr carina pêdivê pê çêdibe ku li stûyê nexweşek qulek were vekirin da ku êdî nefesa xwe ji vir bistîne.

sedemên wê carina qetimîna lûleya nefesê ye (kanserên larînksê, devê û hwd.) carina jî tunebûna hişê nexweş e (dema nexweşek bêhiş be û nefesa wî/wê girêdayî makîneyê be (ventîlator), piştî 7-10 rojan ji bo kêmkirina rîska pnomonî/zatureyê êdî divê trakeostomî were vekirin.)



08.07.2016 12:02 | simurg56