Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [îddîaya şehîd ketina fehman hûseyîn(bahoz erdal)] de;

22. bi weşandina dengê wî, dîsa hatiye redkirin. hê jî îhtîmal heye ku mirina wî rast be, ev jixwe bêguman îhtîmalek e.

ji xeynî wê, min li jor jî gotibû pkk ne mecbûr e ku vîdyoya w biweşîne. sirf ji bo ernê wan be jî, dikare tiştek wisa neke da ku ew rastî şikestina xeyalek mezintir bibin. bi weşandina vîdyoyek li ber dîwarekî an jî darekî, bawer nakim ji bo ewlehiyê bibe problem.

belkî pêdiviya dewletê (an jî rêxistina derewîn ya bi navê til hemîs) bi reklamek wisa hebe, ev nayê wê wateyê ku pêdiviya pkkê jî bi lîstikên wisa heye. jixwe her roj dîmenên rûxandina tankan diweşînin, ev bes e.



13.07.2016 20:30 | simurg56

16. îdîaya ku ne hewce ye ji aliyê pkkê ve bi vîdyo mîdyoyan were derewandin.

ger dewlet ne mina axura akpê bûya, wê mîna saziyek fermî û cidî derketa û ji devê rayedarek payebilind ev nûçeya kuştina bahoz bida.

lê wan çawa kir;

1- ji devê ajansa anadoluyê ku êdî bi derewên xwe di dinyayê de navdar e, îdîayek avêtin holê.

2- di îdîaya xwe de behsa kuştina bahoz ya ji destê rêxistinek sûrî kirin. ku heta niha tu evdê xwedê rêxistinek wisa nebihîstiye.

3- vîdyoyek bi alaya vê rêxistinê weşandin. derket holê ku ev vîdyo jî di eslê xwe de aîdê êrîşeke ypgê ye.



yanî mesele mîna lîstika zarokan e. pkkê 2 caran diyar kir û derew e. ma çima zêdetir girîngî bide vê meselê? bi ya min, ger bahoz nehatibe kuştin, ev helwesta pkkê, pkkê gelekî cîdî û samîmî dide nîşandan. xwe mîna dewletê rizîl nake.



ger nûçe derew be, bila pkkê qestî tu dîmenan fîlan neweşîne da ku tirk tam bawer bikin da ku dema rastî derket holê, zêdetir biqehirin. ev çi ehmeqî ye yaw, erdalê reben ji ber derketina ser televîzyonan ji bo îspata nemirina xwe, nikare karê xwe bike êdî.



10.07.2016 21:54 | simurg56

13. îdîaya ku carek din ji aliyê pkkê ver hatiye derewandin.

û di ser de jî dibêjin erdal bahoz li colemergê êrîş kiriye û 5 leşker hatine kuştin; Here lînkê

kuştina leşkeran rast e, jixwe di hemû nûçeyan de niha tê gotin, lê di êrîşê de hebûna bahoz tabî ne diyar e lê rêxistinê baş henekê xwe bi tirkan kiriye bi vê nûçeyê.



û derketiye holê ku ew vîdyoya ku hatibû weşandin, aîdê êrîşeke ypgê ye. kuro hûn çiqas bêaqil in; Here lînkê



10.07.2016 21:01 ~21:03 | simurg56

11. vê carê zêdetir tê parastin. niha vîdyoyek jî derketiye holê ku dibêjin aîdê teqîna erebeya wî ye.

lê min vê dîmenê berî 2-3 rojan di hesaabeke daîşê de weke "4 şervanên ypgê hatin kuştin" dîtibû. dîsa jî ne belî ye.



10.07.2016 16:59 | simurg56

4. îdîaya ku li gorî google trendsêî berî niha jî 4 caran hatiye îdîakirin; Here lînkê



09.07.2016 20:55 | simurg56

3. ji aliyê pkkê ve hatiye derewandin.

ev cara 760484emîn e ku tirk vê îdîayê dikin û derew derdikeve, lê dîsa jî dersê jê nastînin.

vê carê jî ji gotinên rêxistinek terorîst yê li sûrî, bawer kirine.



09.07.2016 20:28 | simurg56