Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [serdew] de;

5. xwarina ku li ser gotineke wisa ya pêşiyan heye; serdewê negiha ser kewê savarê here hawarê.
yanî heçiyê serdewê bixwe, têr naxwe û lê nagivire yanî jê re nabe quwet û loma heta bigihe ser kewê wê biweste û birçî bibe. lê savar ne wisa ye, savar quwetê dide bedena mirov, heçiyê savarê bixwe ji xeynî karên xwe, dikare xwe bigihîne hawara hevalên xwe jî.

nîşe. lêkolînên min yên li ser serdewê didomin *



15.02.2017 21:19 ~21:20 | simurg56

4. xwarina ku îro çend navên wê yên din jî hîn bûm; çavbikil û gebûle. her wiha ger mirov tenê bi ronê çêke lê dewa keşkê lê zêde neke jî navê wê dibe girû.



08.02.2017 22:26 | simurg56

1. xwarinek heremî ye. li sêrtê gelek tê çêkirin û hezkirin. min cem xelkê tu derek din nedîtiye.

dîtbariya wê wisa ye;

Here lînkê



min înternetê de ne di derbarê xwarinê de agahiyek heye ne jî behsa çêkirina wê hatiye kirin. lê xem nekin ez li vir im;



malzemeyên tên bikaranîn; gerik (ez bawer im genima hûr e), keşk, nivîşk, giyayê têhnavkê.

çêkirin; (bêguman hûrgiliyên wê hene lê bi kurtî wisa tê çêkirin)

- gerik mîna birincê tê kelandin û amadekirin.

- keşk, roja berê de tê xistin nav avê de û roja çêkirinê bi hejandinê tê helandin û dibe mîna dewê tîr.

- nivîşk û têhnavk, di miqilkekî de tên sorkirin.



şikla dawîn ya xwarinê, li ser sifreyê diyar dibe; dema wexta xwarinê hat, mirov gerikê têdixe lalîkê û nava wê dike kun dike (mîna xerca înşaatan) paşê bi dewa keşkê kuna nava gerikê tije dike û di dawiyê de jî ew nivîşk û têhnavka qelandî bi hemû germiya xwe dirijîne ser keşkê û dengê xişşş! jê tîne. dema mirov dixwe jî divê bidîqat bixwe da ku keşk û ronê li ser wê nerije; hinek ji gerikê hinek ji dewa wê bixwin.



10.07.2016 17:48 ~17:50 | simurg56