Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [endoskopîya kapsûl] de;

1. cureyeke endoskopîyê ye. di vê teknîkê de şûna ku mirov xortimek dûv û dirêj têxe nexweş, kapsûlek bi kamerayek mîkro lê dide daqurtandin. ev kapsûl heta dawiya roviyan dimeşe û di meşa xwe de wêneyan dikişîne. kapsûl, van wêneyan bi riya wirelessê dişîne cîhazek din û mirov ji vê cîhazê dikare wêneyan bibîne.



avantajên wê;

- bi saya vê teknîkê, beşên navîn yên roviyên zirav (jejenum û proksîmal îleum) dikare were muayenekirin. ji ber ku bi endoskopkiya normak heta nava duodenumê û b kolonoskopiyê jî heta termînal îleumê mirov dikare bibîne. weke mînak di xwînîbûna ji beşên xef yên roviyên zirav de ev teknîk kêrhatî ye.

- nexweş pê aciz nabe.



dezavantajên wê;

- berevajî teknîkên din yên endoskopiyê, bi vê teknîkê miov encax dikare nexweşian bibîne, nikare mudaxaleyî wan bike.

- bûhayê wê zêde ye.



12.07.2016 18:47 | simurg56