Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [sadiq] de;

3. nivîskarê ku haya wî ji formata tirşikê tune. bi xêr hatiye tirşikê.

dema min nivîskariya wî erê kir, min jê re peyamek şandibû ku mijarên formata tirşikê fîlan bixwîne. lê xuya ye vê peyama min hê ne xwendiye. (ji bo xwendinê divê ji aliyê rast-jor têkeve menûya peyaman)

loma ez ji vir jî jê re binivîsim, hevalê hêja ji kerema xwe re pêşîn mijara formata tirşikê bixwîne. tu dikarî li vîdyoyên li ser bikaranîna tirşikê jî temaşe bikî. dîsa bi xêr hatî.



loma min peyamên wî yên derî formatê ya li mijara îslamê, jê birin. lê jê re ji vir bersiv bidim:

li tirkiyê piraniya kurdan (texmîna min %90 fîlan) misilmanên sunî ne yên din jî (misilman?ên) elewî ne. di nav kurdên bakur de zerdeştî û êzîdî hema bêje qet tune ne. bawer nakim %1 jî hebe.

ji aliyê din ve beşek mezin ya kurdan îslamhez in û ji ber vê yekê di hilbijartinan de dengê xwe didin partiyên îslamîst.

di hilbijartina dawîn de kêm zêde ji sê behran behreke kurdan dengê xwe dan partiya îslamîst (akp) û ji sê behran du behran jî dengê xwe dan partiya kurdperwer(hdp).

di nav kurdên ku dengê xwe didin hdpê de jî rêjeya îslmaheziyê ne ji %80an kêmtir e.

yanî kurdên tirkiyê %80-90 îslamhez in, %60-70 jî kurdperwer in.



17.07.2016 09:53 ~10:07 | simurg56