Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [volvulus] de;

1. li dora mezentera xwe zivirîna roviyan e.

mezenter raçînka bibez(ron, duhn) ya roviyan e ku tê de demarên(reh) ku xwîn ji roviyan re tînin, hene. roviyên zirav jî yên stûr jî bi vê mezenterê, li dîwara paş ya zikê mirov ve girêdayî ne.

di rewşa volvulusê de rovî li dora vê mezentera xwe dizivire û di encamê de dibe mîna hemara 8 ê. te dît dema mirov lastîka tekera pisqilêtekê jî li hev ba bide, wisa dibe.

weke encam, rovî dixetime û naveroka wê nikare ber bi pêş ve here. rovî her ku diçe mîna balonekê mezin dibe, stûr dibe û dîwara wê zirav dibe. ger di wextê de mudaxale neyê kirin, dibe ku biteqe û zikê mirov tije (xwarin, feçes(gû)) bibe. ev jî rîska mirinê gelekî zêdetir dike. (bnr: sepsîs)

te dît dema mirov balonekê ji hedê wê zêdetir pif bike, êdî ger hewaya wê jê vala bike jî balon nabe weke berê. êdî şikl û wesfê xwe wenda dike. rovî jî wisa ye, ger di wextê de mudaxale neyê kirin, ku paşê rovî were rastkirin jî êdî şikl û wesfê xwe wenda dike û gelek caran pêdivî pê çêdibe ku mirov vê beşa roviyan derxe.



herî zêde beşa sîgmoîdê ya roviyên stûr dikeve rewşa volvulusê. (bnr: sîgmoîd volvulus). ji xeynî wê carina çekum jî li hev dizivire û dibe çekal volvulusê.

sedema volvulusa sîgmoîdê piranî dirêjbûna wê ye. di hinek mirovan de ev beşa roviyên stûr (sîgmoîd) ji normalê gelekî dirêjtir e û ji ber vê dirêjbûna xwe hi awayek hêsantir dikare li hev bizivire. an jî weke mînak di nexweşiya dîstrofîya muskuler ya duchenneê de ji ber ku rovî gelek hêdî dixebitin, ev yek çêdibe.



di grafîya dîrekt de (rontgen) dîtina nîşaneya omegayê, piranî îspata volvulusê ye. weke din bi tomografiyê jixwe hêsantir e mirov nas bike.



dema sîgmoîd volvulus çêbe, yek ji vebijêrkên tedawiyê sîgmoîdoskopî ye (kolonoskopîya kurt). bi vê teknîkê, heye ku volvulus rast bibe. lê gelek caran ev yek ne pêkan e. û rîska dirandina roviyan jî ne hindik e.

îhtîmala din ya tedawiya tabî emeliyat e. carina tenê ev xelet zivirîna roviyan tê rastkirin lê gelek carin pêdivî pê çêdibe ku ew beşa roviyan were derxistin. ji ber ku rovî ji hedê xwe zêdetir mezin bûne û gelek odem lê heye, gelek caran şûna anastamozê (bi hev re dirûtina roviyan) kolostomîyek derbasdar tê vekirin û piştî 6-8 heftiyan tê girtin.



carina rovî ewqas mezin dibin ku dibîn mîna lastîka tekerên qamyonan. weke mînak, ji nexweşeke heftiya borî; Here lînkê



17.07.2016 11:47 | simurg56