Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [17.08.2016 teqîna li wanê] de;

4. weke piraniya teqînên vê dawiyê mixabin bûye sedema mirina sîvîlan jî. lê gelo em dikarin bêjin ku êrîşek terorîst e?

di wikiya kurdî de pênasek baş tune, ya tirkî wisa dibêje "Terör ya da terörizm, siyasal, dinsel ve/veya ekonomik hedeflere ulaşmak amacıyla sivillere; resmî, yerel ve genel yönetimlere yönelik baskı, yıldırma ve her türlü şiddet içeren yolun kullanımını ifade eden terim"

ya îngîlîzî jî bi kurtî gotiye "use of violence (terror) in order to achieve a political, religious, or ideological aim." lê di binê mijarê de behsa gûftûgo û pênasên din yên dirêj kiriye.

di piraniya pênasan de behsa wê tê kirin ku armanca terorê ew e ku bi riya wehşet û tundîyê, tirsê bixe dilê gel de û bi vî awayî xwe bigihîne armanca xwe ya dînî, sîyasî an jî ekonomîk.



li gorî vê pênasan, ev êrîş ne terorîzm e. ji ber ku armanca pkkê di vê êrîşê de ne ew e ku bi kriya şîdetê, gel bitirsîne.



êrîşên wisa û encamên wan nikare were parastin û dilê min jî pê dişewite. lê ger em bi awayek objektîf lê binêrin, ev êrîş parçeyek ji şerekî ye û hew.



di pênasa tirkî de êrîşên li dijî rêvebiran jî weke terorîzm hatiye binavkirin. ger em vê pênasê qebûl bikin, ji 4 gavan 3 gavên dewleta tirk terorîzm e.



19.08.2016 00:00 | simurg56