Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [tûtirk] de;

1. [kul û derdê mijdar bû.]

bi kurdî jê re tûşêmî jî tê gotin. bi tirkî navê wê frambuaz an jî ahududu ye.

fêkiyek mîna yê ye lê ne bi darên bilind ve; bi nebata xwe ya mîna devîyan ve, çêdibe.

pêşîn zer û sor e, dema çêdibe nerm dibe û reş dibe. tama şêrîn e, lê ger tam çênebûbe tirşî jî tê de heye. bi dara wê ve gelek strî hene û dema mirov dixwaza tûtirkan berhev bike, teqez hin derên laşê mirov didirînin. jixwe dibêjin navê wê jî ji ber vê ye, ji ber ku dema mirov tûtirkan berhev dike strîyên wê tûrê mirov didirîne, navî wê kirine tûr-dirik û paşê bûye tûtirk.



li mêrsînê dema mirov ber bi çiyayên torosê ve diçe, li kêleka riyan tûtirkê bêxwedî tên dîtin. me gelek ji van tûtirkan xwariye, heta me di baxçeya xwe de jî çandiye.

rîçala wê jî gelek xweş e. ji pelçimên wê çay jî tê çêkirin lê min venexwariye.



li tirşikê mijara wê weke tûtirî jî hatiye vekirin.



25.08.2016 09:01 ~09:08 | simurg56