Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [mmc] de;

10. weke li jor jî hatiye gotin li şûna wê televîzyonek nû tê avakirin û navê wê med music e. ev qenal niha di weşanê testê de ye.

agahiyên wê yên weşanê wisa ne;



Hotbird 13 E.

Frekans: 11179 Horizontal

Symbol rate 27500

Fec. 3/4



04.10.2013 10:04 | simurg56

8. cihê wê hê vala ye ku qenala ku bikare vê kêmasiyê tije bike tune.

belkî weşana wê zêde ne baş bû lê dîsa jî şûna kral tv, li gelek malên kurd nava rojê de her tim ev qenal vekirî bû. gelek kurd dema îşên malê dikin ji xwe re mûzîkê vedikin, bi taybetî yên ciwan ger mmc tune bin wê kral tv/power û hwd. vekin.

hêvîdar im şûna wê qenalek din ya mûzîka kurdî vebe. ma çiqas zehmet e gelo? ewqas tvyên kurdî yên beredayî hene...



03.10.2013 00:26 | simurg56

7. televîzyona ku mixabin tevî roj tv û nûçe tvyê wê îşev weşana xwe ya dawîn bike û weşana xwe rawestîne.

sedema wê jî ji aliyê danîmarkayê ve îptalkirina lîsansa wan û pereyê cezayê ku li wan hatiye birîn e ku dîroka danîmarkayê de cezayên herî mezin e ku li medyayê hatiye birîn.

yanî şîrketa ku weke xwediyê van qanalan xuya dike, wê îflasa xwe îlan bike.



19.08.2013 21:31 | simurg56

5. qenala kurdan ya ku 2013-07-04de bi biryara dadgeha Kopenhagê lîsansa wê hat betalkirin.

her wiha nûçe tv û roj tv jî bi heman biryarê hatin girtin.



06.07.2013 11:48 | simurg56

1. kurteya mesopotamia music channel

ev qanala televîzyonê ji bo gelê kurd gaveke gelekî baş bû lê dixwazim qala kêmasiyeke wan bikim. mmc bixwe navê strana ku lê dide li aliyê çepê û jor ya ekranê nîşan dide, her çiqas televîzyonên kurd êdî xwediyê tecrûbeyeke mezin be jî hê jî di nivîsandina van navan de gelek xeletiyên bingehîn ya rêzimana kurdî tê kirin.

weke din mmc can e, rih e.

(bnr: cotkevotka)



31.05.2013 10:40 | simurg56