Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kurdiya ebeyê] de;

1. ebe peyvek bi tirkî ye. ji bo wan jinan tê gotin ku dema jinek ducanî, zarokê xwe tîne dinyayê, alîkariya wê dike. li gorî nişanyan, koka vê peyvê tirkiya kevin e û wateya wê dayik e. tdkê behsa koka peyvê nekiriye.

bi îngîlîzî ji bo vê pîşeyê midwife e. [mid=di îngîlîzîya kevin de "bi .. re"; wif=jin e. yanî wateya mifwife'ê, bi jinê re ye.]

di ferhengan de kurdiya vê peyvê wisa ye; "pîrik, dapîrok (pîreka ku zarokan di­de welidandin)"
lê peyva pîrik qet lê nayê û bawer nakim ji aliyê tu kesî ve jî were fêhmkirin. herkes ji bo dayika diya xwe an jî ya bavê xwe, wisa dibêjin.

wê demê ji bo pêşniyarên nû lazim in. an jî beramberê vê peyvên yên heremî, zazakî, soranî û hwd.



02.10.2016 08:46 ~08:46 | simurg56