Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [the house of the rising sun] de;

3. strana ku piştî mijara wê hat vekirin ev çend roj bûn min difikiriya bê ka min vê staranê ji ku dizanî. îro hat bîra min; çarika ewil ya vê stranê di destpêka strana the saints are coming ya green day de jî tê gotin û paşê stranek cûda destpê dike.



10.10.2016 20:43 | simurg56

2. strana ku xwedIyê wê yê ewil nayê zanîn lê cara ewil di sala 1905an de hatiye qeydkirin.
xaniya/mala ku tê behskirin ne diyar e ka çi ye. hinek dibêjin girtîgeheke jinan e, hinek dibêjin maleke çandiniyê ye (plantation house) ku berê amerîkîyan, reşikan li vir weke kole bi kar dianîn.
jixwe stran jî straneke reşikan e. bi tarza blues e.

stran gelek xweş e. wateya wê hê xweştir e. fermo wergera kurdî;

li New Orleansê malek heye
jê re dibêjin "roja hil tê"
Bûye xirbeya gelek ciwanên feqîr
Û xwedêyo, dizanim ez jî yek ji wan im

Diya min terzîyek bû
Wê şalê min ê kot, dirû
Bavê min qûmarbazek bû
Li New Orleansê

Niha tekane pêdiviya qûmarbazekê
Çenteyeka cilan û rê ye
Û tenê wê demê wê razî bibe
Dema serxweş bibe

Ax dayê, ji zarokên xwe re bêje
Ku tiştên min kirine, nekin
Jiyana xwe di nav guneh û belengaziyê de nemezixînin
Li mala roja hil tê

Belê, pîyeke min li platformê ye
Ya din li trênê
Ez ê vedigerim New Orleansê
Ku wan pranga û zîncîran li xwe bikim

li New Orleansê malek heye
jê re dibêjin "roja hil tê"
Bûye xirbeya gelek ciwanên feqîr
Û xwedêyo, dizanim ez jî yek ji wan im



04.10.2016 20:20 ~20:21 | simurg56