Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [koma rojhilat] de;

1. di mûzîka kurdî de, di wan salên ku ji stranbêjan zêdetir komên mûzîkê li pêş bûn, yek ji komê serkeftî bû. endamên komê kî bûn çend kes bûn nizanim. li ser wan tu agahî jî peyda nabe. lê ez bawer im solîstê wan îbrahîm rojhilat e. weke din yekî bi navê muharrem aslan jî wextekê bûye endamê komê. kom kengî ava bûye, kengî belav bûye an hê dimîne... nizanim.
tenê yek albûma wan derketiye: mezrabotan im ez.

albûma mezrabotan im ez di sala 1997an de derketiye. stranên tê de hemû ji hev xweştir in. him gotinên stranan him jî melodiyên wan gelek xweş in. him jî tama kurdiya wan jî gelek xweş e.
stranên di vê albûmê de;
- keça delal
- ew gol
- şervanên gelê me
- gula min
- cizîr e
- mamedo
- pêro pîya [bi heman melodiyê stranek bi tirkî heye, straneke elewiyan: hadi canlar hep beraber]
- sarê
- newroz
- mezrabotan im ez
- estrumantal
- xiringê
- milazgîr

her wiha di albûma şahiya stranan de jî 3 stran gotine;
- lê xanim - derê sorê - axwey lo - lorkê
- lo berde
- nabikeve



06.10.2016 19:47 | simurg56