Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [amalgam] de;

1. di kîmyayê de navê têkelên elementa cîwayê ya bi metalan re, ye.
ji xeynî hesin, platînum, tungsten û tantalumê hema bêje hemû metal dikarin di nav cîwayê de bihelin. li gorî metala ku tê de heliyaye, di cûrbecûr tiştan de amalgam dikare were bikaranîn.
ya bi zêrê re, di madenan de; ya bi çînkoyê re di çêkirina sentezên oganîk de; ya bi alemînyûmê re, di hinek reaksîyonên kîmyewî de tê bikaranîn.
weke din yên bi çînko, zîv, sifir, îndîum û pîlê re, di dagirtina diranan de tên bikaranîn.

ev nav, ji peyva îngîlîzî ya amalgamate pêk hatiye ku wateya wê "bi hev û din ve danîn, yek kirin, zeliqandin, pê ve danîn" e.



20.11.2016 22:52 | simurg56