Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [hackkirina tirşikê] de;

1. "Tirşik helbet wê rojekê were hackkirin. Ew hackerê ku tirşikê hack kiriye, çi bênamûsek e. Ew tîma ku tirşik hack kirine, çi bênamûsên qerase ne"
[simurg56]

îhtîmalek ji îhtîmalan e.
henek li aliyekê, îhtîmala vê bûyerê ne hindik e. duh bi şev dîsa tirkek nijadperest bela xwe dabû tirşikê lê nekarî tu gûyek bixwe. hê jî dev jê bernedaye û li van deran e. îhtîmalek mezin ne hacker e lê tenê lamerek xama ye.
lê weke min gotî, di pêşerojê de îhtîmala tiştek wisa heye.
ji ber vê yekê;
- min tomarkirina ip'yan betal kir. ji niha pê ve tirşik ip'ya tu kesî tomar nake. jixwe heta niha çima tomar dikir nizanim, ji sîstema berê ji me re mîrat maye. min ip'yên tomarkirî jî jê birin.
- di forma endambûnê de pirsa "navê rastîn" hebû. min wê pirsê rakir û navên rastîn yên hemû tirşikvanan jî ji danegehê paqij kir. ev jî dîsa tiştek beredayî bû ku ji sîstema berê mabû.

welhasil, ger rojekê tirşik were hackkirin jî, di danegeha tirşikê de ne navê we ne jî ip'ya we heye. lê herkes dîsa jî bila herkes hay jixwe hebe, di tirşikê de zêde behsa tiştên şexsî nekin ku dikare nasnameya we diyar bike. an?



11.12.2016 16:14 | simurg56