Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [zimanê kurdî şîrîn e] de;

2. (bnr: şêrîn û xweş e zimanê kurdî)

yê vê dibêjin, van jî dibêjin: spas hewal, ewîn xoş e,

bi rastî jî gotineke wisa ye ku xweş be jî ber çavê mirov reş dibe.

yê ku vê dibêje aram tigranê ermenî ye. tabî ew dikare wisa bêje, ji ber ku zimanê kurdî ne ya dayika wî ye, wî jê hez kiriye, lê şîrîn hatiye û loma stranek wisa çêkiriye.

lê ji bo ku kurd zimanê kurdî bi kar bînin ne şert e ku zimanê kurdî şêrîn be. çimkî em bikin nekinî hez bikin an jî dijûn jî lê bikinê, mal ev e. ê nexwe ger ne şêrîn bûya? we yê wê demê bigota 'zimanê fransî şêrîn e' û xwe hînî kurdî bikire?

rastî ev e: zimanê kurdan kurdî ye û an bi hezkirinê an bi destê zorê, heçiyê bêje ez kurd im neçar e hînî vî zimanî bibe.

weke li jor jî hatiye nivîsandin, ya ku zimên xweş dike, kovarên xweş in, romanên xweş in, fîlmên xweş in, stranên xweş in, gûstugoyên xweş in, ceribandinên xweş in û tiştên xweş in.



27.08.2013 20:45 | simurg56