Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [aliens vs. predator: requiem] de;

1. fîlma herî xerab ya rêzeyên alien û predatoran bû.
hema bêje hemû klîşeyên holywoodê dihewîne. mirov çawa dikare fîlmek biherimîne, mînak gelek baş e ji bo vê yekê.
di serê fîlmê de gelek karakter didin nasîn, mirov dibêje qey wê v karakterê kêrî tiştekî werin lê tu fonksiyonek girîng ya van karakteran tune di senaryoyê de. berî vê fîlmê jixwe 7 fîlm hatine kişandin yanî bingeha senaryoyê saxlem e. lê bi awayek bêwate û bêmnatiq, mîna ku fîlmek nipûnû be karakterên basît û bêxêr hatine afirandin û têkiliyên klîşe hatine avakirin di navbera wan de.
loma min zêde ji fîlmê hez nekir. ji bo xatirê fîlmên berî û ji bo temamkirina rêzeyê, temaşe kir, nexwe tu tiştek nû li zanîna me zêde naake.



11.01.2017 21:13 | simurg56