Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [serdewê negiha ser kewê savarê here hawarê] de;

1. gotineke pêşiyan e. danberheva savar û serdewê ye.
serdew xwarinek sivik e, yanî mîna pembû ye. hingî mirov zehf jî bixwe heçko têr nexwe û zêde enerjî nede mirov. ji ber vê yekê ger we zikê xwe bi serdewê tije kiribe, belkî hûn xîret nekin ku herin heta kewê jî. (kew, depoyên li qatên jêr yên xaniyan e)
ji aliyê din ve savar tije kalorî ye. dema we bi wê zikê xwe têr kir, enerjiya we têra we dike û di ser de jî hûn dikarin herin hawara xelkê û alîkariya wan jî bikin.



15.02.2017 21:22 | simurg56