Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [zengila aştiyê] de;

1. sembola aştiyê ya neteweyên yekbûyî ye.

ev zengil sala 1952an de hatiye çêkirin û sala 1954an de weke diyariya fermî ya japonyayê, ji bo neteweyên yekbûyî hatiye diyarîkirin. wî wextê japonya hê ne endamê fermî yê neteweyên yekbûyî bû.

zengil 116 kg e û 1 metre bilind e. metala ku zengil jê hatiye çêkirin, pereyên madenî ne ku çîroka wan jî seyr e .

sala 1951ê de 13. konferansa giştî ya neteweyên yekbûyî ya li parîsê de, ev pereyên madenî ji aliyê zarokan ve ji delegeyên ku ji 60 dewletan hatine, hatiye berhevkirin û bi madena van pereyan ev zengil hatiye çêkirin.

li ser zengilê bi tîpên japonî wisa dinivîse "her bijî aştiya mayînde"



01.09.2013 17:28 | simurg56