Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [goşt] de;

1. yek ji xwarinên sereke yê mirovên vê sedsalê ye. berê ne wisa bû, dê û bavên me ji me gelekî hindiktir goşt xwarine. lê niha, gelek kes hema bêje her roj piçek be jî goşt dixwin. Carina dîqat dikim, hema bêje roj namînin ku nexwim. ne ku wisa hez dikim û dixwazim, lê dibînim ku di xwarinên erzande jî, di yên bûha de jî, di xwarinên kargehê de jî piranî goşt heye.
lê tama goştan gelek ji hev cûda ne. Li her derî goştê xweş tune. ji ber ku êdî heywan ne li deşt û çiyayan û bi giyayan, lê li çêwligên mîna fabrîkayan mezin dibin.
min van rojan li hezex, cizîr û sîlopiyayê goşt xwarin û dikarim bibêjim ku ji yên bajarên tirkan, gelek gelek xweştir bû. li kurdistanê qet nebe goşt hê dejenere nebûye.



23.05.2017 19:55 ~19:56 | simurg56