Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ji kerema tirkan bajarên bakur pêşketî bûye] de;

3. îdîayek rast e.
kurdên her parçeyê kurdistanê, dişibin serdestên xwe. divê em heqê wan nexwin, tirk jî xelkekî jêhatî ne. loma kurdên bakur, mîna yên başûr ne sist in ku çavê xwe dane ereban.

lê ev jî heye; tirkan 1 dabin bajarên kurdan, kurdan 10 dane bajarên tirkan. yanî ne ji ber faşîst-nebûna tirkan lê belê ji ber jêhatîbûna kurdan, bajarên kurdan hebkî bi pêş ketine.
berî 30-40 salan, dema kurd hatin metropolên tirkan, dest bi karên herî dijwar û bêqîmet kirin. lê bi saya jîrîtî û jêhatîbûna xwe, niha êdî di karên gelek pêşketîtir de jî cî digirin. û gelek ji wan jî xwendin û bûn xwediyê pîşeyên taybet. tabî dema beşek ji van kurdên "serkeftî" vegeriyan welatên xwe, bajarên xwe jî piçekî bi pêş ve birin. mesele ev e.



09.06.2017 22:56 | simurg56