Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [tirşikvanên ku di malbata xwe de tirkî diaxivin] de;

4. hêvî dikim ji %50ê ne zêdetir bin.
em bixwe li malê bi her du zimanan jî diaxivin. li mala bavê xwe %99 kurdî. li mala xwe bixwe jî, bi jina xwe re %50 kurdî, bi zarokan re %100 kurdî. (wexta nû zewicîbûn, rêjeya kurdî %5 fîlan bû. zêdetir dike yanî *)
mijara axaftinê gelek caran zimanê axaftinê jî dîyar dike. weke mînak dema em li televîzyonê temaşe dikin an jî fîlmek vedikin, zimanê me hema bêje her tim bi tirkî ye. ji ber ku naveroka mijarê bi tirkî ye. lê ger em behsa zarokan, malbata xwe, xwarinan û hwd. bikin, ziman piranî dibe kurdî.
min ji bo vê yekê digot (bnr: li ser întenetê afirandina derdora kurdî)



21.06.2017 23:52 | simurg56