Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [binnivîs] de;

1. pela textê ya ku ji bo fîlm, lîstok û her cûre materyalên medyayê yên biyanî tê amadekirin û wergera li zimaneke din ya materyalê dihewîne. jêrnivîs jê gotin lê binnivîs çêtir rûniştiye.

bi saya binnivîsan îro gelek mirov dikarin bi hêsanî dikarin li fîlmên herî nû, bi zimanê xwe temaşe bikin.

lê mixabin ji bo kurdî kargeriya werger û amadekirina binnivîsan gelekî kêm e.

berî 5 salan me bi malpera wergerine.com'ê dest bi vî karî kiribû û bi alîkariya wergêrên me yê jêhatî me heta niha 53 fîlmên biyanî wergeradine kurdî û ev fîlm aniha dikarin bi binnivîsên kurdî werin temaşekirin.

http://wergerine.com/

her çiqas ev hejmar ji bo malpereke destpêkê hejmarek baş be jî, ji ber ku alternatîfa wê tune ji bo kurdî hejmareke gelekî kêm e.

weke mînak ger mirov çav li malperên binnivîsan yên ji bo tirkî bigerîne, mirov dibîne ku li wir ji bo deh hezaran fîlman binnivîsa tirkî amade ye. hema bêje hemû fîlmên ku heye ku hûn temaşe bikin, li tirkî hatine wergerandin.

http://divxplanet.com

www.turkcealtyazi.org



li van malperên tirkî, wergêrên binnivîsan tu pere nastînin, tenê ji bo pêşdebirina zimanê xwe yê biyanî, ji bo karîzmayê û ji bo zimanê xwe werdigerînin *

ji bo malpera wergerine.comê jî gelek wergêrên me fîlman bi dilxwazî wergerandin. piştî hinekî pereyên malperê berhev bû me bi qasê 20 fîlman ji bi peretî da wergerandin. (helbet pereyek hindik bû lê dîsa jî baş çêbû)

lê aniha ji ber ku ji ber mesrefên pêşdebirina malperên turkcekurtcesozluk.com, wergerine.com û tirsik.net'ê pere berhev nabe û em nikarin wergeran li bi peretî bidin wergerandin û loma li benda wergerên bi dilxwazî ne. (hêvîdar im wê pêşerojê de dîsa kampanyaya wergerên biperetî jî dîsa destpê bike)



li vir, li tirşikê em behsa rêzefîlm û fîlmên biyanî dikin û li ser wan bi kurdî nîqaş dikin. lê mixabin hema bêje em hemû jî diçin bi binnivîsa tirkî temaşe dikin û tên li vir bi kurdî nîqaşê dikin.

ev rewş helbet ne rewşekî xweş e û ji bo azadbûna zimanekê, divê ev asteng ji ber me were rakirin.

aniha ji bo miroveke ku her heftî li fîlmek temaşe dike, têra salekê fîlmên li kurdî wergerandi heye (53 heb) lê xwezî zêdetir hebûya ku zarokên me bikariyan tenê bi kurdî li fîlman temaşe bikirana.



neyse bi kurdî û kurtî weke xelkê tirşikê nav bikarhênerên înternetê yên kurd de kesên ku herî zêde ji kurdî hez dikin, herî zêde bi komputergeriyê re têkildar in û herî zêde bala xwe didin fîlm û rêzefîlmên biyanî, em in. nifûsa me kêm lê pêşerojê de îşelleh wê navenda alema kurdî ya înternetê wê tirşik be heta wê rojê û ji bo hatina wê rojê, weke xelkê tirşikê divê em bi hevkariyekê ji bo hev û din materyalên kurdî biafirînin, wergerînin û hwd.

her wiha ji bo mijarek bi heman armancê (bnr: li ser întenetê afirandina derdora kurdî)

we go çi?



04.09.2013 10:30 | simurg56