Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kêmasiyên bajarên kurdan] de;

7. weke li jor jî hatiye gotin, bi rastî jî dar e.
ev bi qasê salek û nîv e ku li sêwrega rihayê dimînim.
şaxên feratê ji ber bandora bendavê, digihe heta çeperên bajêr. yanî av heye. di nava wê de jî problema avdanîyê tune. lê dar tune. ne kêm e an jî hindik e, dar tune.

erdên wan pir in. bi sed hezaran metre2 erdên çandî hene ku tê de darek tenê jî tune. yaw heyran temam heçî xerîb be an jî turîst be, bila gû bixwe lê ma dilê we bi we xwe jî naşewite. heta êvarê li ber wê tava dijwar dixebitin lê encax dikarin li ber sîya traktorê bêhna xwe vedin.
jixwe heçî erdê beyar be tev vala ye.

mirov bi bîsîkletê, ji sêwregê here heta amedê, darek tune ku li ber siha wê mirov bêhna xwe vede. bi bîsîkletê, hema bêje çûme hemû derdora sêwregê, lê tune ha tune. sihek tune. hemû erd bi bereket in û avî ne lê dar tune. her cûre derfet hene lê dar tune.
her sal xwediyê van erdan, bi trîlyonan alîkarî distînin ji dewletê lê dar tune. dema dar tune be xweza jî tune û ji vê rewşê nefret dikim.



29.07.2018 11:47 | simurg56