Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [hatay] de;

5. bajarekî bi rastî jî dîrokî ye.
berî niha tenê carekê ji bo kirîna erebeyekî, ew jî ji bo saetekî çûbûm îskenderûnê. weke din min qet nedîtibû.
îsal çûm û hinekî gerîyam. navenda bajêr hatay e lê ji navçeya wê îskenderûn jê mezintir e. li navenda hatayê çûm serdana sûka kevin û girtî, mûzeya arkeolojîyê ya hatayê û dêra st. pierre. zêde taybetîyeke sûka wê tune bû, hema bêje li hemû bajarên kevin yên tirkiyê û kurdistanê, sûkên wisa hene. lê mûzeya wê gelek mezin û balkêş bû. bi gerîna wê em hinekî westîyan lê qet poşman nebûn. berhem û bermahiyên tê de, hinek jê ewqas mezin in ku mirov pê matmayî dibe. peykerê qralê bi navê Şuppiluliuma bûye îkona vê mûzeyê.
Here lînkê
têketina mûzeyê bi 30 tlyan e.

dêra st. pierre jî balkêş e. bi qewartina çîyê, hatiye avakirin. lê zêde ne mezin e. ji bo xwe-spartinê hatiye çêkirin. loma êrîş jî lê hatine kirin û hinekî deforme bûye lê dîsa jî baş e. têketina wê jî 10 tl fîlan bû ez bawer im. mirov dikare bi müzekartê têkeve herdûyan jî.

li aliyê harbiyeyê, sûlavên harbiyeyê hene. sûlav bi rastî jî xweş in. lê mixabin ji aliyê kafe û xwaringehan ve zêde zêde hatiye dorpêçkirin.

dema hatay tê gotin, helbet yek ji tiştên ku ewil tê bîra mirov, xwarin û vexwarinên heremê ne. di înternetê de me jî guh da pêşniyaran û di rojên xwe yên wir de em çûn çend xwaringehên cûda. ya rastî, min xwarinek wisa tahm nekir ku di hişê min de bimîne û car caran bêrî bikim.
xwaringeha sultan sofrasi, xwarinên heremî çêdike. ji me re çend xwarinokên ji bo tahmkirinê hatin, şorbeya mêst û kebaba kaxizê xwarin. kebab normal bû, şorbe jî xweş bû lê xwarinok/meze cemidî bûn û zêde ne bitahm bûn.
em rojek jî çûn qasaba pöç, kebaba wan ya tepsîyê, xweş bû.
ji bo şîranîyê jî em çûn çınaraltı künefe. kunefe germ û taze bû. xweş bû jî. lê li mêrsîn, amed û bi taybetî li dîlokê jî kunefeya wisa û yê xweştir jî heye. me şîranîya haytalı jî xwar. gelekî dişibe bîcî bîcîyê. her çiqas hatayî qebûl nekin jî...
ji bo xwarinê behsa gelek cihên din jî tê kirin. belkî hinek ji wan gelek taybet bin. lê çavdêrîya me wisa bû.

li navçeya wê ya arsuzê, plajên ku mirov dikare bikeve behrê hene. em rojek çûn wir jî. me got îskenderûn ji hatayê mezintir e lê taybetiyeke wê ya girîng tune. welle loma em neçûnê.



27.08.2018 21:36 ~21:35 | simurg56