Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [life] de;

1. bi îngîlîzî "jiyan".
navê fîlemek sala 2017ê ye. di fîlmê de komeke astronotan diçin marsê û hinek nimûneyên axê jê distînin. di nav vî axî de rastî jîndarek bi yek hucreyî tên. ji bo mezinbûna wê hemû şert û mercan jê re peyda dikin lê problem ew e ku ev jîndar/heywan gelek zû mezin dibe.


di destpêkê de tê gotin ku her hucreyeke vî jîndar î, çav e, mejî ye û her wiha masûlke ye. weke wisa be, her ku mezin bû, çima vî ajalî teşeyek nas girt û ji xwe re çav, guh dev û hwd. organên mîna mirovan afirand? ev xeletiyek mantiqî bû. weke her car, dîsa zanyarên ji hev aqiltir nikarin karantînayek basît bi rê ve bibin û him vî ajalî tînin dinyayê him jî yek bi yek dimirin. bêmejîno.. dawiyek klasîk.


min 78 pûan dan fîlmê.



29.06.2017 22:05 | simurg56