Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [jîn û hebûn] de;

1. helbesteke şaîrê nemir cegerxwîn e ku her wiha ji aliyê kardeş türküler ve strana wê jî hatiye çêkirin. bi gotinên xwe jixwe helbesteke gelekî xweş e, kardeş turkulerê jî strana wê xweş çêkirine.

lê pirsgirêk ew e ku gelek kes jîn'a li vir weke "jin" fêhm dike. temam jin, jiyan azadî lê li vir jin tune jîn heye.

stran her wiha ji aLIYÊ NIZamettin arıç ve ji weke stran hatiye guhertin.

nizamettin: http://www.youtube.com/watch?v=zd7WHizrobs

kardeş turkuler: http://www.youtube.com/watch?v=B66pp5GUYcU



"Ez xumxuma ava çeman,

Ez çerx û govend û sema,

qêrîn didim kat û leman,

Jîn im, hebûn im, tevger im.



Bayê siba tê xweş ez im,

Berfa sibatê xweş ez im,

Xurtî di latê xweş ez im,

Hişk û ziwa bin, ez ter im



Giranbiha me, zêr û dûr

Ez tim hebûn im, xurt û gur,

Yaqût û lal û gewher im.



Pêşve diçim kar û xebat,

Di nav çiyan de hîm û lat,

Pêlan didim Zab û Ferat,

Çelq û xumîn û gur-gur im.



Pir xurt û hêz im ez hebûn,

Ez pêşveçûn û serxwebûn,

Herdem di nav damar û xûn,

Ez her heme, qet namir im.



Bihişt ez im, agir ez im,

Bakir ez im, rakir ez im,

Xemgîn kir û şa kir ez im,

Herdem didim, ez na kirim.



Jîn im, bihar im har û dîn,

Candar bi min herdem bi tîn,

Min dane wan ev hilm û bîn,

Dinêv hebûnê cîgir im.



Ev ax û ba û av im ez,

Ev pêtî û alav im ez,

Xweş ronî û pertav im ez,

Xurtî di zendên karker im.



Herdem heme, peyda me ez,

Tava riwê xeyda me ez,

Cama bi dest Seyda me ez,

Ez ol û vîn û bawer im.



Jîna Cegerxwîn im ji dil,

Ez xurtî û tîn im di dil,

Ez hêz û xurtî me di mil,

Karim vî laşî ragirim"



05.09.2013 00:14 | simurg56