Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [hell or high water] de;

1. fîlmek nêzikî şêweya western e. du zilamên ku deynê bankayê ser wan e û ger vê deynê nedin, wê hemû axa bav û kalan wenda bikin, dixwazin tolê ji bankayê bistînin. taybetiyeke xweser ya fîlmê bala min nekişand lê ji wext borandinê ne xerab bû.


tişta ku herî zêde bala min kişand ew bû ku, dema banka hat şelandin, hemû gelê bajêr dan pey dizan da ku wan bigirin. li gel ku dizan bi çek êrîşî wan kirin jî, bela xwe ji wan venekirin. gelo çima? gelo ji ber ku ji sîstema dewleta xwe bawer in û dizanin ger wan dizan bigirin, wê rojekê ew diz nekarin bibin bela serê wan? li tirkiyê, mirov nawêrin kesên ku li nava kuçeyan jinan didin ber kêran jî rawestînin. ji ber ku dizanin ku her kes ji kîsê xwe diçe


min 77 pûan danê.



07.07.2017 20:28 | simurg56