Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [stop making stupid people famous] de;

1. têgeheke înternetê ye. wate jê: dev ji navdarkirina mirovên ehmeq berdin

di vê serdema înternet û medyaya sosyal de, herkes dikare xwe bigihîne herkesî. carina yekî ehmeq, bi vîdyo an jî tiştekî xwe yê din, dibe rojev û çend rojan herkes behsa wî/wê dikin. heta derdikevin ser televîzyonan an jî qadên din. dema wisa dibe, ew kes ehmeqtir dibin ji ber ku dibînin ku ehmeqî pere dike. paşê, mirovên din jî çavê xwe didin vî ehmeqî û ehmeqî dibe epîdemîk.

vêca di foruman de fîlan dema behsa bûyerek wisa tê kirin, ev gotin tê gotin da ku ew kesê ehmeq bêtir xwe tiştekî nehesibîne.



10.07.2017 19:41 ~21:32 | simurg56