Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [nodûl] de;

1. peyvek esil-fransî ye. (bnr: nodule)
di tibê de ji bo girêyên raçînkan tê gotin. di hinek organan de, carina raçînka wê organê berevajî gelemperiya organê, li cihekê kom dibin, tîr dibin û bi sînorên xwe, mîna pêkhateyek cûda xuya dibin. ji van gireyan re nodûl tê gotin. weke mînak nodûlên tîroîdê, nodûlên lenfê, nodûlên têlên dengê û hwd. di masûlkeyan de, bi travmayê jî nodûl pêk tên.
li gorî cihê wan û taybetiyên wan, girîngiya wan jî diguhere. ji ber ku di hinek şert û mercan de, dikarin kanserê derxin holê.
nodûl ji 0,5 cmyan mezintir in. dema ji 0,5 cmyê biçûktir be, navê wê dibe papûl.
peyva nodûler jî tê wateya tişta ku mîna nodûlê ye.



31.07.2017 22:14 | simurg56