Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [jiku] de;

1. gotinek heremî ye ku di ferhengan de peyda nakim. îhtîmal heye ku peyvek derformebûyî be û loma ez nikarim bibînim.
wateya wê mîna "malum e, ewqas ku" fîlan e.

mînak;

- jiku te zehf kar kir, niha pirsa xwarinê jî dikî. (yanî heçîyê nezane wê bêje qey te gelek kar kiriye û şerm nakî xwarinê jî dixwazî)

- lawik jiku xwe baş amade kiribû, jê saetek sax mayî, ji azmûnê derket. (lawik ewqas baş xebitiye ku azmûna xwe zûbizû xelas kir û derket)

- jiku tu baş zanî, vê birê xwe jî hînî tirkî dikî? (malûm e tu tirkî pir baş dizanî, vêca hînî birê xwe jî dikî?)

belkî rastnivîsa wê ji ku an jî jiko fîlan be jî, nizanim. lê di axaftinê de gelek kêrhatî ye.



14.09.2017 20:07 | simurg56