Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [nivîskarên ku hejmaran bi tirkî dixwînin] de;

2. ne piraniya tirşikvanan in ji ber ku piraniya tirşikvanan, ji zaroktiya xwe ve bi jixwe bi kurdî dizanin. tenê belkî paşê ji bîr kiribin û dû re dîsa bi pêş xistibin. loma di binehişê wan de kurdî her hebûye.
lê dema mirov, zimanekê ji serî ve hîn bibe, rewşek wisa derdikeve holê.
weke mînak di nivîsên îngîlîzî de, ez hejmaran bi tirkî dixwînim di dilê xwe de. ji ber ku wisa bileztir e *

eleqeya wê tune lê bîranînek hat bîra min; diya min piştî saliya xwe fîlan hînî xwendinê bû. tabî rastrast hînî xwendina kurdî bû. bi pirtûka evîna pinhan destpê kiribû. rojekê di azadiya welat de nûçeyek dixwend. paşê li me vegeriya û got: yên me çima her tiştî bi kurdî dinivîsin lê hejmaran bi tirkî dinivîsin??
belkî di binehişê van nivîskaran de jî hemû hejmar bi tirkî bin...



18.09.2017 20:24 | simurg56