Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [mandariinid] de;

5. fîlma ku êdî bi kurdî dikare were temaşekirin.
fîlm wek xebatek ya koma wergera fîlman ya tirşikê ji alîyê ozjan xwnas ve, li kurdî hat wergerandin.

hûn dikarin binnivîsa kurdî ji rûpela fîlmê daxînin: Here lînkê

ji bo daxistina fîlmê, lînka torrentê: Here lînkê



têbinî-1: temaşekirina fîlman bi binnivîsa kurdî/118142


têbinî-2: Eger xwendina binnivîsên kurdî ji we re zehmet be, hûn dikarin leza fîlmê jî kêm bikin. Ji bo vê yekê bernameya (stur:smplayer)ê daxin û saz bikin. (jixwe di mijara bernameyê de gelek agahî û kurdîkirina wê heye: (bnr:smplayer)) ji eyarên wê zimanê wê bikin kurdî. ji bo kêmkirina leza fîlmê ji menûyan bikevin bilîze>lez û ji vir weke mînak lezê %10 kêm bikin.



14.07.2020 18:47 | simurg56

4. Fîlma gelek xweşik ku di programa koma wergera fîlman ya tirşikê de ye û wê di roja 18.06.2020 de bi kurdî were weşandin. Ji kerema xwe bila kes heta wê demê temaşe neke.



28.05.2020 19:21 ~19:21 | simurg56

1. fîlmeke gurcîstanê ye. behsa şerê salên 1990î dike ku le herema abxazyayê diqewime. ji bo alîkariya abxazyayîyan, çeçen jî hatine û tevlî şer bûne.
li cihê ku fîlm lê derbas dibe, gundên estonyayîyan heye. lê ji ber şer, hema bêje hemû dev ji malên xwe berdane û çûne estonyayê.
tenê kalê bi navê ivo maye û hevalê wî margus. bi hev re hewl didin berî ku şer were ber deriyê wan, mandalînayên li daran ve berhev bikin. lê şer ji texmînan zûtir tê ber deriyê wan û wan jî dide zorê ku xwe bidin aliyekê.

li ser rexneya şeran, fîlmek bêaksîyon lê xweş e. ji saetek û nîvê kurttir e.



27.09.2017 22:18 | simurg56