Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [nifir û dua] de;

4. pirtûkeke xweş û cûda ye. tê de gelek nifir hene. ya ecêb ew e ku nifir hatine kategorîzekirin jî;

- nifirên li ser qeza, bela û nexweşiyê
mînak: birûska meha gulanê li te keve, ziman di devê te de biwerime

- nifirên li ser miraz û bextî
mînak: hine li kefa destê ne nekeve, xwedê te ji bavê te re neke zilam

- nifirên li ser risq û nisîbî
mînak: çavê te tim li derîya be, nanê te li ser pişta kîvroşkê be

- nifirên li ser mal û malbat û zurîyetê
mînak: koka te bibe koka gulika biharê, malik mîrat bûyo û mîratxur nemayo.

- nifirên li ser êş û azar û şîn û mirinê
mînak: goştê te bihele tu bibî komek hestî, weyla kezeva te li dar û devîya bigere

- nifirên li ser kêmxistin û bêrûmetkirinê
mînak: bi kuştinek bêşûştin herî, tu qurbana heft kera bî

lê ev kategorîzayon sedî sed ne rast e. jixwe ne pêkan e mirov hemû nifiran bikare têxe yek ji van kategorîyan lê belê ez dibêm hinek jê hene ku mirov dikariya şûna yek ji van kategorîyanî têxe yekî din.
neyse, berhevkarîyek baş e. min hê beşa duayan nexwendiye.



11.11.2018 21:50 | simurg56