Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [pirsgirêka ku jin û mêrên kurd navên hevûdu hilnadin] de;

16. li sêwregê gihiştiye radeyek zêdetir.
berî demekê, nexweşek hat, min aciziya wî jê pirs kir. got li qûna min birînek heye, jixwe ev demek bû heye lê berî çend rojan zarok pê lîstin, xerabtir bû. kenê min hat lê min belî nekir. min ji xwe re got ev ehmeq çki dibêje, ma qûna wî pêlîstoka zarokan e ku dide destê wan.
piştî ku nexweş derket, sekretara min got xoce, li vir mêr ji bo jina xwe dibêjin "zarok". gelek şaşwaz bûn.
piştî vî nexweş î, çend carên din jî rastî vê ecêbê hatim.
dîsa rojek zilamek hat, jina wî û zarokekî wî jî li rex bû. min xêr e, çi aciya te heye. got, ez ne nexweş im zarok nexweş e. min got, ez li zarokan nanêrim here doktorê zarokan. dîsa sekretera min ket navberê û got "xoce behsa jina xwe dike."

welhasil, li sêwrekê berdin gotina navê jina xwe, nabêjin "jina min" an jî "keçê" fîlan jî.



08.09.2017 21:09 | simurg56

3. pirsgirêka ku li mala bavê min %50 hatiye çareserkirin. diya min bi navê bavê min gazî lê dike lê bavê min sed navên erênî û neyênî yên ku patenta wan aîdê wî bixwe ye, gazî li diya min dike.

li mala min xwe pirsgirêkeke wisa tune. heta pirsgirêkek berevajî heye. tê gilîkirin ku çima bi peyvên din gazî lê nakim. we fêmh kir *



05.09.2013 21:10 | simurg56