Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [nekrotîzan pankreatît] de;

1. yek ji komplîkasyon/encamên herî xerab ya akut pankreatîtê ye. ger laşê mirov nekare enflamasyona pankreatîtê kêm bike, êdî raçînka pankreasê ji nav diçe û avahiya pankreasê hidiweşe, nekroz pêk tê.
di tedawîya pankreatîtê de cihê cerrahîyê tune lê di rewşên taybet de ku nekrotîzan pankreatît yek ji van e, cerrahî jê re pêwist e û rêjeya mirinê zêde ye, bi taybetî ger enfekte jî bûbe. ji ber ku gelek caran operasyonek tenê têrê nake, heta hinek caran zik vekirî tê hiştin ku kengê pêwist be debrîdmana pankreasê ji nû ve were kirin. di %10-15ê pankreatîtên giran de diqewime.
êdî di van nexweşan de girîngiya şixulîna roviyan tê zanîn û loma bi alîkariya tupên nazojejunal (tupa ku ji pozê nexweş tê têxistin û heta roviyên zirav tê şandin), divê xwarin werin şandin bo roviyan. bi saya vê yekê translokasyona bakterîyan nabe, yanî lê vê heremê bakterî kom nabin û bi saya vê yekê nekroz zehmettir pêk tê.
di teşhîsa wê de tomografî alîkar e, her wiha bi saya kişandina avê ya ji vê heremê bi saya derziyê û alîkariya tomografiyê, dikare îspat bike ku li wir enfeksîyon çêbûye an na.
debrîdmana pankreasê bi emeliyata vekirî an jî laparaskopîk dikare were sepandin. lê operasyona laparaskopîk hê nû ye û li hindik navendan heye.



12.10.2017 21:26 | simurg56