Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [derewa ku îsrail piştgiriya kurdistanê dike] de;

3. ne derew e. îsraîl ne dostê kurdan e. lê ji ber berjewendiyên xwe, vê gavê û gelek caran piştgirî dide kurdan. bi taybetî yên başûr. ji ber ku tirsa wan ya mezin ji îranê ye. û li rojhilata navîn, çiqas dewletên ne-ereb hebin, jê re ewqas baş e. û dîrokeke başûr û cihûyan jî heye.
sînorê îsraîlê bi kurdan re tune. loma nikare alîkariyek dîrekt bike. lê dîsa jî, ger kurdên başûr biaqil bûna, dikarin gelek alîkarî ji wan bistînin. bi taybetî di avakirina bingehên dewletê de.
û, gelo ma em piştgirên îsraîlê ne ku gilî ji wan bikin?
îsraîl dewletek aqil e, ji bo berjewendiyên xwe dikare her tiştî bike. dikare zarokan jî bikuje, dikare çek jî bifroşe dijminên xwe.



22.10.2017 21:08 | simurg56