Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [amîş] de;

1. navê gelekî amerîkî ye. amîş, navê bi elmanî ya pensîlvanyayê ye.
ev nav, her wiha navê mezhebekî xirîsyanîyê ye. jixwe taybetiya vî gelî jî ev mezheba wan e.

endamên vê mezhebê, hema bêje tu tiştê teknolojîk bi kar naynin. ji ber neçariyê, zarokên xwe ji bo dibistana seretayî, dişînin mektebên dewletê lê bêtir naxwînin. naçin leşkeriyê jî.
elektrîkê, telefonan, erebeyan û hwd. bi kar naynin. girtin fotografan jî qedexe ye.
hejmara wan ji 300.000an zêdetir e. avakerê mezhebê jakob ammann, ji swîsreyê ye.

mûrîdên vî mezhebî, di sedsala 18emîn de ji ewropayê bar kirine amerîkayê û kanadayê. gelek ji wan hê jî bi elmanî dipeyivin. gelek ji wan 6-7 zarok tînin dinyayê. loma nifûsa wan, 4-5 caran ji xelkê normal yê amerîkayê bileztir zêde dibe.



14.11.2017 20:56 | simurg56