Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [parêv] de;

2. xwarineke goştê ye ku li botanê, bi taybetî li sêrtê pir tê çêkirin û dema sêrt tê gotin tişta ku tê bîra mirov berî her tiştî ev parêva navdar û fisteqên sêrtê ne.

(bnr: tiştên ku dema sêrt tê gotin tê bîra mirov)

navbera sêrtî û bitlîsiyan de şera parêvê heye. her du bajar jî îdîa dikin ku pêşin wan parêv çêkiriye. lê vê pêşbaziyê de sêrtê ber raya giştî biquwettir e û êdî weke xwarina sertê ji aliyê piraniya xelkê ve hatiye qebûlkirin.



li sêrtê ewqas zêde tê çêkirin û ewqas zêde tê xwarin ku, mîna cîgera amedê, mirov matmayî dimîne. ev xwarina ku tenê ji goştê sor pêk tê, sibehan zû tê çêkirin û ji aliyê sêrtiyan ve taştê tê xwarin. erê taştê. heta wextê nîvro hema bêje li tu derî namîne, xelas dibe. berê piştî nîvro qet nedihat dîtin lê êdî piştî nîvro jî tê çêkirin û tê peydakirin.



çêkirina parêvê:

parêv ji goştê berxan tê çêkirin. kelaşê berxan weke yekpare bi li çengalan ve tê adaliqandin û şûştin. heta sibehê ev goşt wisa dimîne ku hinek bêhna xwe veke û rihet bibe ku xwarina wê hêsantir be. derengê şevê tenûrên mezin yên binê erdê de tên dadan, piştî tenûr amade bû qazaneke mezin (taxar) li ser pêlan tê bicîkirin û hinek avê jî tê xistin vê qazanê de. goştê bihestî tê xistin vê qazanê de. paşê goştê bêhestî bi çengalan ve tê daliqndin û tê berdan nava tenûra mezin ya binê erdê û devê wê bi devikek tê girtin û ji bo ku hewa nestîne û dora wê bi heriyê bi temamî tê girtin. ev herî teqez pêwist e ji xweliyê were çêkirin, ger ne wisa be dema zuwa bibe dikelişe lê ya xweliyê weke betonê dimîne. nêzikî 10 kelaşê berxan yekcarê de tê pehtin. bi qasê 2 saetan de parêv dipije. beşa goştên bihestî yên ku me xistibû nava qazanê de jî, bi qasê 3 saetan de dipije û paşê tê derxistin.

piştî derxistina goştan, nû tê xwêkirin û li ser nên li firinê tê germkirin û servîskirin.



tenûrên parêvçêkirinê bi qasê 3 metre kûr in û metreyek jî firehiya wê heye. çar aliyê tenûrê ji xwê pêk hatiye, dema çêkirina van tenûrên taybet de, derdora wê bi xwelî tê tijekirin.



06.09.2013 09:13 | simurg56