Tirşik - Profîl
tirşik-profîla simurg56

profîla "simurg56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ferhenga kurmancî-îngîlîzî ya micheal l. chyet] de;

1. pirtûkek zêde zêde kêrhatî û serkeftî ye.
micheal l. chyet, mamosteyeke zanîngeha yale ya amerîkayê ye.
ferheng di sala 2003an de hatiye weşandin. tê de li gorî texmîna min 12.000 peyv hene.
xebat, bi awayekî gelekî profesyonek hatiye amadekirin. ji bo her peyvekî, nivîsandina wê ya latînî û erebî hatiye bikaranîn. her wiha gelek caran beramberê wan yên soranî, tirkî, farisî û hwd. jî hatiye lîstekirin. behsa etîmolojiya wan hatiye kirin û ji pirtûkên kurdî hevokên mînak hatine nivîsandin. carina behsa bilêvkirinên cûda yên peyvê hatiye kirin ku nav bi nav behsa herem û navçeyan û bilêvkirinên wan hatiye kirin.
welhasil bûm heyranê pirtûkê.
nivîskar, vê pirtûkê di nava 15 salan de amade kiriye. û nivîskar di ferhengê de rexne li ferhengên heyî kiriye ji ber ku gelek xeletî û nakokiyan dihewînin.
xwezî şûna ev qas îş û karên beredayî, reşwnbîrên kurd xebatên wisa bikirana da ku di sala 2017an de me hê behsa ferhengan nekire. bi taybetî kurdên dîasporayê...
zor zor spas birêz chyet.



27.11.2017 21:49 | simurg56